Kanûn 15, 2018 16:38 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Îranê û serokwezîrê Qeterê li Duhê bi hev re gotûbêj kirin

Wezîrê karên derve yê Îranê û serokwezîrê Qeterê, li ser berfirehkirin û kûrkirina peywendiyên dualî, ewlehî û istiqrara navçê bi hev re gotûbêj kirin.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, ku niha li Duhê ye, berî nîvroja îro Şemiyê, bi Ebdulah Bin Nasir Alê Sanî, serokwezîrê Qeterê re hevdîtin pêk anî.

Berfirehkirin û kûrkirina peywendiyên dualî, ewlehî û istiqrara navçeyî û herwiha ragihandina piştgîriya ji pêşketina muzakireyên aştiya li Yemenê, mêhwerên herî girîng ên gotûbêjên di navbera wezîrê karên derve yê Îranê û serokwezîrê Qeterê da hatiye ragihandin.

Wezîrê karên derve yê Îranê ji bo beşdarî û axivtina li Civîna Navnetewî ya Duhê (Doha Forum 2018 ), îro çû Qeterê.

Ev civîna siyasî bi beşdariya kesayetiyên binavûbang ên navnetewî li Duhê û bi mêhweriyeta pirsgirêkên navçê û ewlehiya cîhanî, îro û sibê 15 û 16`ê Kanûnê têne lidarxistin.

Biryar e Antoniyo Gotêrêş, sekreterê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) jî li vê civînê beşdar bibe.