Kanûn 14, 2018 10:22 Asia/Tehran
  • Berteka Îranê li hemberî gotinên Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Axavtina çavsorane û sedema şermê ya ji ber nezanî yan ne ser hişê xwe bûnê ya Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst dijî Îranê, gefa êrişa leşkerî ya li hemberî welatekî mezin tê hesabê ku bê guman wê li civat û sazîyên hiqûqî û navnetewî were şopandinê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Behram Qasimî wekî berteka li hemberî axavtinên pûç ên Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst ku gotîye opêrasyona leşkerî li nav sînorên Îranê dikare pêk bê got: Îranê şîyaneke berevanî-lekerî û palpişteke wisan a gelanî heye ku rê nade xewn  û xeyalên van bîrtengên kînajo û şerxwaz serê xwe bigirin û dê wan kesan ji van axavtinên pûç û beredayî ku ji ber nexweşîyê diaxivin, poşman bike.

Qasimî dîyar kir ku Rêjîma Sîyonîst ser bingeha zordarî û gefxwarina li hemberî welatên herêmê hatîye pêkanînê û got: Ev rêjîma ku sedema sereke ya têkbirina istiqrar û ewlehîyê û çavkanîya şer û kuştinên li Rojhilata Navînê ye, bê şerm bi derewan derheq istiqrara navçê dilgiranîya xwe nîşan dide.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê pêgirî kir: Komara Islamî ya Îranê bi saya xurtkirina aştî, istiqrar û ewlehîya herêmê û berfirekirina pêşxistin û tenahîyê, dê fikir û meylên şûm ên xêrnexwazên vî gel û warî pûç bike.