Kanûn 12, 2018 16:41 Asia/Tehran
  • Qazîzadeyê Haşimî: Boykotên zalimen yên Emerîkayê bandora nerênî ser tendrsurtiya  gelê Îranê heye

Wezîrê tendrustî, derman û hîndekariya pizîşkiyê ya Îranê got: Boykotên yekalî û zalimane yên vê dawiyê yên Emerîkayê li dijî gelê Îranê, bandorên neyînî ser tendrustiya wan û raberkirina xizmetên tenrustî û dermanî bo çîn û qatên lawaz heye.

 Li gorî rapora IRNA`yê, seyd Hesen Qazîzadeyê Haşimî wezîrê tendrustî, derman û hîndekariya pizîşkiyê ya Îranê roja Çarşemiyê li komkara  însiyatîvên  dabînkirina  aborî li civîna navneteweyî ya tendrsutiya  dayîk,  zarok û xwarekê li Dêhliya Nû her wiha got: "Pêwîst e li Rêxistina cîhanî ya tendrustiyê tev rêxistinên  navneteweyî û dewletan, pêşiya dewama  van boykotana bigrin ji ber ku boykot nahêlin ku gel rehet derman û teknolojiyên pizîşkiyê bi dest bixin".

 Wezîrê tendrustî, derman û hîndekariya pizîşkiyê ya Îranê her wiha got: "Em rêxistinên cîhanî û welatan  bang dikin ku  li dijî bêedaletiyê rabin û dewletan qayîl bikin ku  bila tendrustî û xawrekê bi taybet bo dayîk û zarokan bikin ewlewiyeta  sereke ya  karê xwe".

Seyd Hesen Qazîzadeyê Haşimî  li bara amadetiya Komara Îslamî ya Îranê bona guhestina  tecrubên xwe bo welatên din li warê tendrustiyê agahî da û got: "Îran li warê tendrustiya heyama ducanîbûnê, tendristiya  dayîk û zarokan ezmûnên  bi nirx heye û amadeyî parvekirina van ezmûn û tecruban e da ku alîkariya  kêmkirina  mirina  dayîkan û  zarokên bin 5 saliyê li welatên din bike