Kanûn 12, 2018 08:08 Asia/Tehran
  • Îran ji welatên pêşeng di warê çêkirina gemî û qayqên şêrr e

Alîkarê wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji hêzên çekdar û Serokê Rêxistina pêşeyên Deryayî ya Komara Îslamî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îrnê li warê çêkirina gemî û qayqên şêrr ji pênc welatên pêşneg li cîhanê ye.

Li gorî rapora IRNAyê, Alîkarê wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji hêzên çekdar û Serokê Rêxistina pêşeyên Deryayî ya Komara Îslamî ya Îranê, Deryadar Emîr Restigarî roja Sêşemiyê li civîna "Ronkirina doktorîna Berxwedanê li zanîngeha Tewrîzê",  her wiha got: Roja îro şanaziya hêzên çekdar ên Îranê, ev e ku li Îranê tu çêkirineka ne-navxweyî  ya berevaniyê tuneye û rêxistinên pêşeyî yên Wezareta Berevanî û Piştevaniya ji hêzên çekdar jî sembola ron a Abûra ser Bingeha Berxwedanê ye.

Deryadar Restigarî destnîşan kir: Niha hemî doktorîn, siyaset û armancên me ser esasa çêkirina neteweyî û xurtkirina li warê pêdiviyên berevaniyê ye.

Alîkarê wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji hêzên çekdar û Serokê Rêxistina pêşeyên Deryayî ya Komara Îslamî ya Îranê got: Îran li warê çêkirina cûreyên keştiyên cengê û qayqên firok û djradar bêminet bûye.

Li gorî gotina Alîkarê wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji hêzên çekdar û Serokê Rêxistina pêşeyên Deryayî ya Komara Îslamî ya Îranê, bi hewildana zana û bijareyên îranî, dê di dehika Fecra Înqilaba Îslamî ya îsal (Sibata 2019an), Jêrderyayiya "Fatih" tevlî navgana Hêza deryayî bibe.

Deryadar Restigarî destnîşan kir ku Wezareta Berevaniyê ya Îranê hertim li dû xuliqkariya li warê çêkirin û xebitandna şiayan pêşeyî û zanistî bûye.