Kanûn 11, 2018 16:35 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê: Derfirotina petrola Îranê piştî boykotên Amerîkayê jî didome

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Derfirotina nifta Îranê piştî cihanîna qonaxa duyem a boykotên Amerîkayê li dijî Îranê (4ê Mijdarê) hema wisa didome.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja Sêşemiyê piştî bidawîhatina civîna serokên sê saziyên welêt got: Piştî 4ê Mijdarê ku Amerîkî gellek çaverê bûn ku huilweşiyana abûra Îranê bibînin, gel û çalakên abûrî bi awayekî xebitîn ku rewş ser ziyana Amerîkayê bû.

Rûhanî got: Amerîkiyan hewil dan ku piştî cihatina dora duyem a boykotan dijî Îranê pirsgirêkên abûrî û mijarên bazarê bi rengekî din bibînin, lê bi xebata Bankla Navendî, berpirsên abûrî û hevrêtiya gel, aramiya bazarê zêde bûye û hemî hewildan bi armanca dewama vê aramiyê ne da ku pirsgirêkên gel kêm bibin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Pvajoya derfirotinê di 8 mehên îsal pêşketineka baş pêka sala par hebûye û zêde ji sedî 13ê bûye.

Rûhanî bi gotina vê yekê ku amerîkî li warê boykotkirina Îranê ser neketin, got: Amerîkiyan li civîna OPEC'ê hewil dan ku berhemanîna petrol kêm nebe, lê bi biryara endaman asta berhemanîna petrolê hat xwarê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi hilkolandina mijarên navçeyî li civîna serokên saziyan, destnîşan kir: Hereket li ser xêra gelê navçeyê ne; Rewşa Yemenê bi awayekî ye ku destdirêjekrên ser vî welatî îro rojê hest dikin tu riyek j billî aştiya tev gelê Yemenê tuneye.

Serokê Saziya Cihêner a Îranê got: Li Sûriyê jî rewş ber bi aştî û aramiya zêdetir va pêşda diçe û ev yanî serketina Komara Îslamî ya Îranê li babetên navçeyî.