Kanûn 11, 2018 16:17 Asia/Tehran
  • Serleşker Ceiferî: Dijmin dê hêviya têkbirina Îranê bi xwe ra bibin gornê

Fermandarê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Dijmin dê hêviya têkbirina Komara Îslamî ya Îranê bi xwe ra bibin gornê.

Fermandarê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, Serdar serleşkerê Pasdar, Mihemed Elî Ceiferî roja Sêşemiyê li Kongreya neteweyî ya Du hezar şehîdên Xorasana Başûr li Bîrcendê li rojhilata Îranê tevî amajeya bi hewildana djminan ji bo nearamkirina welêt, got: Djmin hewil didin ku xelkê biwestînin û Komara Îslamî ya Îranê neçar bikin ku çok li erdê dayne, lê ew ê bi berxwedana gel, ser nekevin.

Fermandarê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Berxwedana li hemberî pergala serdestîxwaz û istikbara Cîhanî li cîhan û navçeyê berfireh bûye.

Serleşker Ceiferî destkefta  herî mezin a Pergala Îslamî mayîna Komara Îslamî û berdewamiya Înqilaba Îslamî da zanîn û got: Xwîna şehîdan  sebeba mayîna nizamê û berfirehbûna riya Berxwedanê li navçe û cîhanê ye.

Fermandarê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî bi gotina vê yekê ku dijmin pêşketin û destkeftên Îrana Îslamî tînin zimên û ji têkoşîn û gefxwarina dijî Komara Îslamî bêhêvî dibin, got: Ji destpêka damezirandina Înqilaba Îslamî va heta niha hertim Amerîka û dijberên din ên Komara Îslamî ya Îranê tûşî işkestê bûne.