Kanûn 11, 2018 11:30 Asia/Tehran
  • Serokê Koma Pêwendiyên Parlimanî ya Îranê digel Parlimana Ewropayê: Bila Ewropay jibo parastina Lihevkirina Atomî zêdetirê hewil bide

Serokê Koma Pêwendiyên Parlimanî ya Îranê digel Parlimana Ewropayê daxwaza kiryara pratîkî yên Ewropayê jibo parastina Lihevkirina Atomî kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Meclisê, Serokê Koma Pêwendiyên Parlimanî ya Îranê digel Parlimana Ewropayê, Kazim Celalî roja Duşemiyê li hevdîtina bi Tariya Anlî Kronbêrg, Rêvebirê cihanînê yê Kanala rêbertiya Ewropayê li karên Jiçekkirina atomî û ewlehiya Ewropayê li Têhranê, Lihevkirina Atomî wek destkefteka mezin li warê naveteweyî ji bo Ewropayê da zanîn û li ser pêwîstiya kiryarên munasib ên Ewropayê ji bo parastina wê pêgirî kir.

Serokê Koma Pêwendiyên Parlimanî ya Îranê digel Parlimana Ewropayê kiryara Amerîkayê ya derketina ji Lihevkirina Atomî karekî neberaqil, ne hiqûqî û derveyî erfên Dîplomatîk da zanîn û got: Komara Îslamî ya Îranê li hemberî kiryara ne-asayî ya Amerîkayê birayra blezûbez neda û li ser esasa berjewendiyên xwe li ser sozên xwe yên li warê Lihevkirina Atomî ma.

Serokê Koma Pêwendiyên Parlimanî ya Îranê digel Parlimana Ewropayê bi gotina vê yekê ku Têhran hertim li ser sozên xwe yên li warê navneteweyî maye, her wiha got: Raporên Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê mora piştrastkrinê li ser cihanîna sozên Îranê li warê Lihevkirina Atomî ne.

Endamê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku Ewropay li warê rêvebiriya cîhanî dikare roleka serbixwe ji Amerîkayê hebe, got: Parastina Lihevkirina Atomî dikare garantora parastian ropla Ewropayê li hevkêşeyn cîhanî be,.

Kronbêrg jî tevî amajeya bi kryarên Ewropayê ji bo parastina Lihevkirina Atomî, got: Ewropa li dû pêkanîna kanaleka taybet a sazûkara malî digel Îranê (SPV) ye û bi awayekî ciddî li dû chanîna wê heta dawiya îsal e.