Kanûn 11, 2018 09:57 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Îranê li ser beşdariya çalak a parliomanan li pêvajoyên Aştiyê

Serokê desteya Dostiya Parlimanî navbera Îran û Rûsiyê li ser beşdariya çalak a parlimanan li pêvajoyên aştiyê pêgirî kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Serokê desteya Dostiya Parlimanî navbera Îran û Rûsiyê, Remezan Elî Subhanî Ferd li rêûrisma vekirina Konferansa navneteweyî ya "Rola parlimanan li Cîhana Hevçerx da" li Moskovayê got: Li cîhana nearam a niha, zêdetir ji her demeka din beşdariya çalak a parlimana wek nûnerên serbixwe yên gelan li pêvajoyên aştîsaziyê tê hestkirin.

Subhanî Ferd, Serokê desteya Dostiya Parlimanî navbera Îran û Rûsiyê bi gotina vê yekê ku pêwendiyên parlimanî di navbera Îran û Rûsiyê da dikare sembolek li warê Eola parlimanan li warê siyaseta derveyî were zanîn, got: Têhran û Moskova li kêleka Koma Dostiya Parlimanî, mêkanîsmeka baş jibo baştirkirina pêwendiyên parlimanî bi dest xistine.

Konferansa Navneteweyî ya "Rola Parlimanan di Cîhana Hevçerx da" bi amadebûna endamên Koma Dostiya Parlimanî ya Îran û Rûsiyê, her wiha rayedarên parlimanî yên bi dehan welatî, berêvariya Duşemiyê li Moskovayê dest pê bû.

Serok û nûnerên parliman û meclisên Sênayê yên 50 welatan her wiha rayedarên pileberz ê 6 rêxistinên Navbera Parlimanan li vê konferansê beşdar bûne.

Ev konferans bi  boneya Bîst û Pêncemîn salvegera damezirandina Konseya Fêdêrasiyon an Meclisa Snayê ya Rûsiyê tê lidarxistin.