Qasimî: Konseya Hevkariya Kendava Farsê ketiye ber bandora siysetên kavilkir ên hin endaman
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê diyar kir: Konseya hevkariya Kendava Farsê ji ber bandora siyaset û reftarên şaş û kavilkir ên hin endamên wê, ketiye riya siyasetên şaş ên berê.
Behram Qasimî, berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja duşemiyê wek berteka li hember daxûyaniya civîna rayedarên konseya Hevkariya Kendava Farsê li Riyazê ku hin îdia û tawan li dijî Îranê xistine rojevê, destnîşan kir: Konseya Hevkariya kendava Farsê mixabin bi awayekî kirêt pesna siyasetên bêtifaqîçêker ên hin welatên dervey navçeyî dide û di piratîkê de bûye sitarek bona raghandina siyasetên çend endamên wê ku eva tu alîkariyê nade hereketa li riya aşitî û aramiya navçeyî.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku li daxûyaniya dawiyê ya civîna Riyazê işkesta Erebistana siûdî li bidestxistina armancên xwe li vê civînê dikarin bibînin û got: Hin endamên Konseya Hevkariya Kendava Farsê bi agehdariya û fehmkirina durst ji siyaseta cîrantiya Komara Îslamî y aÎranê û rasitiyên navçeyî û pêwîstiyên cîranetiyê, tim bona kêmnkirina bedfehmiyê pêşneg bûne.
Qasimî bal kişand ser vê yekê ku nihêrîna mîrê Kuweytê li salên buhurî û ji wan li civîna Riyazê pirtir xêrxwazî û bona çareserkirina û kêmkirina pirsgirêkan ji riya mekanîzmên navçê bûye û destnîşan kir: Ger rayedarên konseyê hemî vê nihêrînê qebûl bikin û wê cih bînin, dê him gelên navçê kêmtir bikevin xercê û him jî dê bidestxistina aramî û ewlehiyê hêsantir be.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li bara giravên sêalî yên Îranê jî got: Dubarekirina îdiayên pûç li bara giravên îranî, dê rastiyên dîrokî û cuxrafiyayî yên navçê neguhere. Giravên sêalî beşek cidanebûyî ji axa Îranê ne û dê wisa jî bimînin.