Kanûn 10, 2018 16:46 Asia/Tehran
  • Emîrevdillahiyan: Pêwîstiya hebûna navçeyeka ewleh, pêkanîna pêwendiyên nû yên navçeyî ye

Destyarê taybet ê Serokê Meclsa Şêwraya Îslamî ya Îranê li karên navneteweyî pêwîstiya hebûna navçeyeka bihzê û ewleh hevkariya kêrhatî ya Erebistan û Imaratê û pêkanîna pêwendiyên nû bi beşdariya Îran û Iraqê da zanîn.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Destyarê taybet ê Serokê Meclsa Şêwraya Îslamî ya Îranê li karên navneteweyî, Hisên Emîrevdillahiyan roja Duşemiyê li ser rûpela xw eya li Twitterê nivîsî: Behrêyn tûşî nebûna rewatiyê, siûdî tûşî qeyrana Cemal Xaşiqçiyê rojnamevanê rexnekir ji Erebistanê û Ebu Zebî tûşî serneketina li Yemenê ne ku e yek nîşan dide ku ji Konseya Hevkariya Kendava Farsê titşek nemaye.

Cemal Xaşiqçî rojnamevanê rexnekir ji Rêjîma Siûdî roja Sêşemiyê 2ê Cotmeha 2018an piştî derbasbûna nav Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê li Stenbûla Tirkiyê wenda bû.

Rêjîma Siûdî roja 19ê Cotmehê piştî 18 rojan bêdengî û derewandinê, serê axir di bin zextên Civata Cîhanî piştrast kir ku Cemal Xaşiqçî li nav Konsolxaneya vî welatî hatiye kuştin.