Amoliyê Larîcanî: Emerîka û siyonîst piştgirên êrişa terorîstî ya Çabuharê ne
Serokê teşkîlata dadweriya Îranê got: Êrişa terorîstî ya li Çabuharê (li başûrê rojhilata Îranê), tevgereke tekfîr-wehabî bû ku di serî de alîgirên eşkere yên van kiryarên terorîstî, Emerîka û Rejîma Siyonîstî hene.
Ayetullah Sadiq Amoliyê Larîcanî, serokê teşkîlata dadweriyê ya Îranê roja duşemiyê li civîna berpirsên pielbilind ên dadweriyê bal kişand ser operasyona terorîstî li Çabuharê û destnîşan kir: Hin dewletên paşvero yên navçê wek kirgirtiyên Emerîka û Rejîma Siyonîstî dest bi liv û tevgerên bi dûrûtî li dijî Îranê dikin ku helbet Komara Îslamî ya Îranê bi îqtidar dê wan liv û tevegran bişopîne.
Serokê teşkîlata dadweriyê ya Îranê bal kişand ser kuştina hin sebebkarên kiryara terorîstî ya Çabuharê û got: Tevî cizakirina hemî sebebkarên têkildarî vê êrişa terorîstî, alîgirên pişt perdê yên kiryarên bi vî rengî jî xatircem bin ku Komara Îslamî ya Îranê dê bersiva wan bide.
Têrorîstekî roja Pêncşemiyê êrîşî ser navenda Intizamî ya Şaristana Çabiharê li parêzgeha Sîstan û Belûçistana Îranê kir û erebeyeka tijî madeyên teqînê li deriyê navenda Intizmî ya vê şaristanê teqand. Li vê êrîşê du kes şehîd bûn û 28 kes ji welatiyan jî birîndar bûn. Sebebkarê vê êrîşa têrorîstî jî hat kuştin.
Di encama wê êrişa têrorîstî da, 2 kes şehîd û 42 welatî ji wan çend jin û zarok jî birînar bûn.
Amiliyê Larîcanî her wiha bal kişand ser nerazîbûnên berfireh li Fransayê û tewsiye li serokên Ewrûpayê kir ku bila bi xelkêre ser hemdê xwe reftar bikin û şêwaza rûbirûbûna rojava bi bûyerên Fransayê bi taybet bêdengiya medyayî ya van bûyeran û bêdengiya civakên navneteweyî weke wêneyeke tam û tekûz ji pîvanên dualî yên cîhana serdestîxwaz da zanîn.