Kanûn 10, 2018 12:41 Asia/Tehran
  • Çaremîn civîna Protokola Dabînkirina Ewlehîya Deyaya Xezerê li Têhranê destpê bû

Çaremîn civîna hilkolandina Protokola Dabînkirina Ewlehîya Deyaya Xezerê bi amadebûna desteyên Îran, Komara Azerbaycan, Qazaqistan, Rûsîye û Tirkmenistanê li Têhranê destpê bû.

Di vê civîna durojî da, dabînkirina ewlehîya geştên li deryayê ji wan ewlehîya gemîyan û opêrasyonên deryayî û herwiha sûdwergirtina ji pontansîyelên hiqûqî derheq kontrolkirin û lêgerîna li gemîyan dê bên hilkolandin.

Parastin û jordabirina asta ewlehîya geşt û gerrên li Deryaya Xezerê û parastina jîngeha wê wekî deryaçeya herî mezin a cîhanê jî gellekî girîng e û bidestxistina vê armancê tenê bi vîna ciddî û hevkarîya nêzîk a welatên derdora wê di warê cihanîna qewl û qirarên hevdeng da pêkan e.