Kanûn 10, 2018 07:18 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Amerîka dîsan pêrgî işkestê bû

Serokê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir ku berxwedana welatên endamê Sazîya Welatên Firoşerê Niftê (OPEC), bû sedema işkesteke din ji bo amerîkîyan.

Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî di civîna desteya wezîran de, piştî bihîstina rapora Wezîrê Niftê yê Îranê Bîjen Zengene ya derbarê civîna vê dawîyê ya OPEC`ê da, got: Tevî hewildana amerîkîyan ji bo destwerdana di karên OPEC`ê da û girtina pêşîya pêkanîna hevsengîyê di warê raberkirina niftê da, bi saya berxwedana welatên endamê vê sazîyê û Komara Islamî ya Îranê, plana amerîkîyan hat pûçkirinê û ew tûşî işkesteke din bûn.

Komara Islamî ya Îranê ji pişkdarîya di lihevkirina welatên edamên OPEC`ê û yên ne-endam ji bo kêmkirina derxistina niftê bi merema kêmkirina nifta zêde li bazarê û alîkarîya ji bo baştirkirina bihaya petrolê da hat muafkirinê.

Endamên OPEC`ê di 175`emîn civîna xwe da lihev kirin ku asta derxistina niftê bi qasî 800 hezar bermîlî di rojê da kêm bikin. Îran, Venezoela û Lîbî neketin ber vê biryarê.