Zerîf: Gotûbêj û hevkarî pêwîstiya navça bi hêz e
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê di twîterê de bal kişand ser vê yekê ku rayeadrên qawetxwaz tenê bo navçê şer û bedbextî pêk anîne û destnîşan kir: "Niha hevceyî bi navçeyeke bi çhêz heye ne bi serok û rayedarên qawetxwaz".
Li gorî rapora rayeadrên IRIB News`ê, Muhemed Cewad Zerîf, tevî weşandina gotinên Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê li civîna serokên parlemanên 6 welatên navçê ku têde ser pêwîstiya gotûbêja navbera welatan hatiye teqezkirin, destnîşan kir ku navçe niha hevceyî bi gotûbêj, parastina hurmeta qanûnên navneteweyî, qebûlkirina aliyê din, birêxistinkirina ewlehiyê, hevkariya aborî û peywendiya zêdetir a gel bi hev re heye.
Rûhanî roja Şemiyê li duwem konferansa serokên meclisên Îran, Efxanistan, Pakistan, Tirkiye, Çîn û Rûsiyê li Têhranê, heşt rêçare bona pêkhatina navça bihêztir raber kirin û ser pêwîstiya xurtkirina peywendiyên dualî û çendalî, birêxistinkirina ewlehiyê tev welatên cîran û parastina hurmeta hakimiyeta neteweyî, şopandina dîplomasiya çendalî, hewldana bona hevkariyê bona pêkanîna aşitiyê û jordebirina asta danûstandinên geştyariyê, zanistî û çandî teqez kir.