Kanûn 09, 2018 17:52 Asia/Tehran
  • Sertîp Eşterî: 10 kes têkildarî êrişa terorîstî ya Çabiharê hatin girtin

Fermandê hêza intizamî ya Komara Îslamî ya Îranê, ji girtina 10 kesan têkildarî êrişa terorîstî ya li Çabiharê li başûrê rojhilata Îranê agahî da.

Serdar Sertîp Hisên Eşterî, roja Yekşemiyê li koma nûçegîhanan  got: "Bi hişmendî û wêrektiya memûrên intizamiyê yên Çabiharê, ev pîlana terorîstî hate pûçkirin û hin kesên peywendîdar hatin girtin".

Sertîp Eşterî bal kişand ser vê yekê ku hin kesên din ên têkildarî êrişa terorîstî ya Çabiharê jî hatine nasîn û wê di dema pêdivî de werin girtin û herwiha got: "Ev êrişa wê tu bandorekê li gelê Îranê neke".

Terorîstekî roja Pêncşemiyê bi bikaranîna trombîleka bombebarkirî, dil hebû ku êriş bibe ser qereqola intizamî ya bajaroka Çabiharê li parêzgeha Sîstan û Belûçêstanê li başûrê rojhilata Îranê, lê dema ku ev terorîst rastî berxwedana hêzên intizamî ve hat, trombîla bombebarkirî li ber deriyê navenda qereqola hêza intizamî ya vî bajarokî teqand.

Di encama vê êrişa terorîstî de 2 kes şehîd bûn û 42 welatiyên vî bajarî ji wan çend jin û zarok birîndar bûn û sebebkarê êrişa terorîstî jî hate kuştin.