Kanûn 09, 2018 17:12 Asia/Tehran
  • Qasimî: Şêwirînên siyasî yên li Stokholmê pênaseya wan a yemenî- yemenî heye

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, roja Yekşemiyê wek berteka li hember îdiaya hin mêdyayên biyanî li ser vê yekê ku Komara îslamî ya Îranê, pêşniyar da ye ku taximek beşdarî muzakireyên aştiya Yemenê ya li Stokholmê bike, destnîşan kir: "Şêwirînên siyasî yên li Stokholmê pênaseya wan a yemenî- yemenî heye".

Li gorî rapora IRNA`yê, Behram Qasimî, li ser vê yekê pêgîrî kir ku Komara Îslamî ya Îranê, ji dema qeyrana Yemenê ve li ser pêwîstiya cihanîna gotûbêjên yemenî- yemenî yên dûrî destwerdana biyaniyan pêkutîkiriye û destnîşan kir: "Îran hertim piştgîriya xwe ya zelal û tam ji pêispartiyên Rêxistina Netewên Yekgirtî li rêya şopandina rêbazeka siyasî ya guncav wekî yekane rêçareya çareseriya qeyrana Yemenê, ragihandiye".

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, herwiha got: "Ev nihêrîn û helwêsta Îranê li halekî raber bûne û dibin ku saziyên navnetewî mukur hatine ku Amerîka bi siyaseteka alîgirane, xirabkir û nehevseng, îzna destpêkirina şereka kawilker a dijî mirovan, li dij xelkê Yemenê daye û bi piştgîriyên pereyî, çekan û siyayî yên curbicur ji hêzên êrişker, bûye sedema berdewamiya yek ji karesatên mezin ên mirovî".

Qasimî hêvîdariya xwe diyar kir ku aliyên yemenî bi nihêrîneka serbixwe û aştîxwazane di çarçoveya gotûbêjên netewî û yemenî- yemenî, pêşiya destwerdan û astengîderxistinên biyaniyên zêdexwza û şerrxwaz bona bidawîanîna êş û elemên gelê mezlûm ê Yemenê bigirin.

Dewra çaran a muzakireyên aştiya Yemenê, ji roja Pêncşemiyê 6`ê Kanûnî ve bi beşdariya aliyên yemenî li gel Martîn Gîrîfîts, nûnerê taybet ê sekreterê gişt ê Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) li karûbarên Yemenê li Stokholma Swêdayê, bo mideha hefteyekê destpê bûye.

Ji dema destpêbûna muzakireyên aştiya Yemenê li Swêdê ve, ne tenê êrişên siûdiyan û hevgirtiyên wan bo Yemenê kêm nebûne belke zêde jî bûne û gotûbêjên siyasî yên ji bo çareserkirina qeyrana Yemenê, heya niha bi caran ji ber astengîderxistinên Erebistana Siûdî û hevgirtiyên wê ve rastî şikestê hatine.