Îran û Iraqê dil hene hevkariyên aborî yên dualî berfireh bikin
Birêvebirê Navenda Geşkirina Peywendiyên Aborî yên Îranê bi Iraq û Sûriyê re û wezîrê tranzîta Iraqê, rêyên berfirehkirina aboriya dualî hilkolandin.
Li gorî rapora IRNA`yê, li hevdîtina roja Yekşemiyê ya di navbera Hesen Danayîfer, birêvbirê Navenda Geşkirina Peywendiyên Aborî yên Îranê bi Iraq û Sûriyê re û Ebdulah El Lueybî, wezîrê tranzîta Iraqê li Bexdayê, her du aliyan li ser rewşa herî dawîn a peywendiyên di navbera du welatan de û hevkariya pêşber gotûbêj kirin.
Rêbazên geşkirina peywendiyan li pişkên tranzîtê ji wan pêkutiya li ser lezandina kemilandina rêya hesin a Xuremşehra Îranê bo Besreya Iraqê, mêhwerên gotûbêja di navbera Danayîfer û El Lueybî de bûn.
Ji nûve karakirina dubare ya xeta tranzîtê ya Îran, Iraq û Sûriyê ji xalên din bûn ku li vê hevdîtinê hatin raberkirin.
Hesen Danayîfer, rêvebirê Navenda Geşkirina Peywendiyên Aborî yên Îranê bi Iraq û Sûriyê re li sefera xwe ya sêrojî bo Iraqê, herwiha biryar e bi serokwezîr û çend wezîr û berpirsên din ên vî welatî re hevdîtin û gotûbêj pêk bîne.