Mijdar 20, 2018 13:40 Asia/Tehran
  • Zerîf: Bêfeydebûna Peymana Navokî ji Îranê re berdewamiya rewşa nika ne mumkin e

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf got: Ewropiyan li çarçova pêkanîna mekanîzma taybet a fînansî ya di navbera Îran û Ewropayê ku bi navê SPV tê nasînê, ji bo diyarkirina welatê mazovanê vê mekanîzmê bi berbendan re rûbirû ye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li hevpeyvîna xwe bi nûçegihanê Meclisê re li bara hewldanên dawiyê ji bo pêkanîna mekanîzma taybet a fînansî ya di navbera Îran û Ewropayê ku bi navê SPV tê nasînê,got: Ewropî dibêjin ji bo diyarkirina welatê mazovanê vê mekanîzmê  hin berbend ji wan re hene.

Zerîf herwiha got: Gotûbêja bi ewropiyan re ser mekanîzma SPV berdewam dike da ku pirsgirêk ji holê rabin, ji xwe hin welat bona mazovaniya vê mekanîzmê diyar bûn, lê wan ev mazovaniya qebûl nekirin û hîn jî gotûbêj berdewam dikin daku ev mazovan diyar bibe.

Zerîf derheq despêbûna boykotên yekalî yên Amerîkayê û ji aliyê din ve despênebûna mekanîzma taybet a fînansî ya di navbera Îran û Ewropayê (SPV) got: Komara Îslamî ya Îranê hertim dibêje bijareyên curbicur li ber destên xwe hene, ev bijareyan li gor berjiwendiyên neteweyî û mekanîzma ku li welatê me diyar bûye wê werin bikaranînê.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Yekitiya Ewropa û endamên din ên Peymana Navokî yên mayî dizanin ku heke ev peymana berjiwendiyên Îranê yên ku tê de diyarbûn e dabîn neke, berdewamiya rewşa niha ne mumkin dibe.