Şandina canbazên Îranê bo konferansa Rêxistina Qedexetiya çekên Kîmyawî li Holandayê
Rêveberê giştî yê karûbarên navneteweyî yê binyada şehîd û karûbarên fîdakarên şêr ên Îranê got: Komek ji canbazên kîmyawî yên Îranê bona beşadriya li konferansa salane ya Rêxistina Qedexetiya çekên kîmyawî berê xwe dan Holandayê.
Li gorî rapora IRNA`yê, Hesen Sakî, Rêveberê giştî yê karûbarên navneteweyî yê binyada şehîd û karûbarên fîdakarên şêr ên Îranê roja yekşemiyê bal kişand s ser lidarxistina 23 mîn konferansa salane ya konferansa salane ya Rêxistina Qedexetiya Çekên kîmyawî û got: Ev konferansa ji 19 heya 30 Mijdarê li bajarê Laha Holandayê tê lidarxistin.
Sakî bal kişand ser bernamên berçavgirtî bona beşdariya canbazên Îranê li konferansa salane ya Rêxistina Qedexetiya çekên kîmyawî û destnîşan kir: Canbazên kîmyawî yên Îranê li kêleka vê konferansê bi lidarxistina nîşangeha wêne, pûster, fîlm û propagendeyên berfireh dê mezlûmiyeta birîndarên kîmyawî yên Îranê bin.
Rêveberê giştî yê karûbarên navneteweyî yê binyada şehîd û karûbarên fîdakarên Îranê, xwendina daxûyaniyê û hevdîtina bi sekreterê giştî yê qedexetiya çekên kîmyawî ji bernamên dine canbazên Îranê li vê konferansê ragahnd.
Komara Îslamî ya Îranê ji çekên kîmyawî yên xelatê rojava bo Sedam, dîktatorê îdambûyî yê Iraqê li dewrana şerê sepandî, gelek xisar dîtine.
Îranê 574 hezar û 101 canbaz hene.
Gelê Îranê li şerê sepandî û dewrana berevaniya pîroz û êrişên din ên terorîstî, 225 hezar û 570 şehdî pêşkêşî Inqilaba Îslamî kirine.