Mijdar 15, 2018 08:30 Asia/Tehran
  • Dewleta Îranê xwe şirîkê xema gelê Amerîkayê û malbatên gorîyên agirpêketinê zanî

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê vê sibê di daxûyanîyekê da tevî nîşandayîna heyf û mixabinîya kûr ji ber agirpêketina li eyaleta Kalîfornîyaya Amerîkayê ku di encamê da heta nika bi dehan kesî canê xwe ji dest dane û bûye sedema xisareke mezin, xwe şirîkê xema gelê vî welatî û malbatên gorîyên vê bûyerê zanî.

Ji roja înîyê ve agireke berfire berbûye eyaleta Kalîfornîya ya Amerîkayê ku di encamê da heta vê gavê 50 kesî canê xwe ji dest dane û 228 kes jî hela bêserûşûn bûne.

Vê agirpêketinê heta niha zêde ji 8800 mal û avahîyên xelkê û yên ticarî û herwiha 125 hezar donim daristanên eyaleta Kalîfornîyayê ji nav birine.