Mijdar 14, 2018 18:38 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Boykot bandorê li firotina nifta Îraên nakin

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Boykotên zalimane û çewt ên Amerîkayê bandorê li firotina nifta Îranê nakin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê, Hesen Rûhanî îro di civîna digel desteya wezîran de got: Amerîkîyan fikir dikirin ku dikarin firotina nifta Îranê tam rawestînin lê wan di van rojên dawîyê da fam kirin ku ev kara nepêkan e.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku rawestandina firotina nifta Îranê ji ber meseleyên navxweyî yên Amerîkayê û bihaya niftê nepêkan e û pêgirî kir: Dewleta Îranê gellek rê ji bo firotina nifta xwe hene ku boykot bandor li wan nakin.

Rûhanî herwiha got: Tevî hemî zext û boykotan, Komara Islamî ya Îranê peywendîyên darayîyê yên digel cîhanê parastin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Gelê Îranê li hemberî komployên Amerîkayê disekine û wan bêencam dike û hemî cîhanê jî fem kirîye ku maerîkîyan dîsan armanc û angaşteke çewt hebûne û propagandeyeke çewt bi rê xistin û armancên wisan dişopînin ku hîç wextekê wan bi dest naxin.

Rûhanî herwiha got: Amerîkî rêzê li qanûn û qirarên navnetewî nagirin û wan binpê dikin.