Îranê bayê 27 milyarî kelûmelên neniftî firotine welatên din
Rêveberê giştî yê nivîsgeha plandarêştin û lêkolînên ticarî ya Rêxistina Geşatiya Ticareta Îranê, asta ticareta di 7 mehên buhurî de 1 milyar dular da zanîn.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Mehdî Babayî her wiha got: Li heft mehên buhurî kelûmelên neniftî yên Îranê bi hesabkirina berhemên gazê bi qasî 27 milyar û 200 milyon dularî bi geşatiya sedî 12 hatin derfirotinê û her wiha derfirotina bêyî hesabkirina berhemên gazê bi qasî 24 milyar û 284 milyon dularî bi geşatiya 22 cih hat.
Babayî her wiha got: Derfirotina kelûmelên pêtroşîmiyê bi sedî 34 ê geşatiya erzişî û sedî 23 geşatiya wezna wê, berhemên cotkariyê bi geşatiya sedî 22 û geşatiya weznî ya sedî 20 û kelûmelên pêşeyî , sedî 11 zêdebûna weznê û sedî 21 zêdebûna erzişê hebûye.
Rêveberê nivîsgeha giştî ya plndarêştin û lêkolînên ticarî yên rêxistina Geşatiya ticareta Îranê got: Ji nava 5 hezar bazarên ewil armanca derfirotinê, Iraq bi 5 milyar û 730 milyon dular pêşengên bazarên derfirotina Îranê ye.
Navgîna buhaya kelûmelên derfiotina Îranê 404 dular hatiye hesabkirin ku pêka par sedî 15 geşatiya wê hebûye.