Mijdar 14, 2018 10:05 Asia/Tehran
  • Fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê: Biyanî nikarin ewlehiya Oqyanûsa Hindê dabîn bikin

Fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku ewlehiya devera Oqyanûsa Hindê divê ji aliyê welatên navçeyê va were dabînkirin, got: Aliyên biyanî nikarin ewlehiya Oqyanûsa Hindê dabîn bikin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Emîr deryadar Hisên Xanzadî roja Sêşemiyê li Dehemîn salvegera damezirandina Komcivîna Hêzên deryayî yên Oqyanûsqa Hindê (IONS) tevî sipsiya ji hêza deryayî ya Hindê ji bo lidarxistina vê komcivînê, derbarê ewlehiya deryayî got: Pêkhatina ewlehiya deryayî girêdayî bi Giraniya Jêopolîtîk a welatan, şiyan, hêz û asta beşdariya komkî ye.

Serokê Komcivîna Fermandarên hêzên deryayî yên Oqyanûsa Hindê bi gotina vê yekê ku Hêza deryayî wek beşeka cudanebûyî ji desthilata deryayî sembola hêz û qaweta her gelekî ye, her wiha got: Ewlehiya navçeyî deryayî  yên di bin hakimiyet û berjewendiyên neteweyî xebbata xelekên derfetçêker garantî dike û îmkana hevkariya tev welatên dost û behrewergirtina ji berjewendiyên abora avî dabîn dike.

Fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê derbarê guhertina hevsengiyên ewlehiyê yên navçeyî jî got: Niha ticareta cîhanî ya kelûpelan ji riya deryayê va gellek girêdayî bi Oqyanûsa Hindê ye û girîngbûna vê Oqyanûsê ji aliyê navçe û cîhanê va tê piştrastkirin.

Fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ji bo beşdariya li Dehemîn salvegera damezirandina Komcivîna Hêzên deryayî yên Oqyanûsqa Hindê (IONS) di serê desteyeka bilind a leşkerî sefera Dêhliya Nû ya paytexta Hindê kiriye.

Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê serokatiya Komcivîna Hêzên deryayî yên Oqyanûsqa Hindê (IONS) bi awayê dewreyî ji sala 2016an va bi qasî 2 salan girtiye ustiyê xwe.