Mijdar 14, 2018 10:05 Asia/Tehran
  • Berteka Îranê li hemberî gotinên bi dijminatî yên rawêjakrê Trump

Berdevkê Weareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê wek berteka li hemberî gotinên dijî Îranê yên Can Boltonê Rawêjkarê ewlehiya neteweyî yê Serokomarê Azmerîkayê got: Bolton reftareka ne guncan heye û tûşî Nexweşiya demdirêj a "Azirandina Îranê" bûye.

Can Boltol, Rawêjakrê ewlehiya neteweyî yê Serokomarê Amerîkayê li axaftineka bi dijminatî got: Amerîka dê ewqasî zextê bîne ser Îranê ku Îranê ziyanê bibîne.

Berdevkê Weareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behram Qasimî Sêşemiyê bi şev li hevpeyivîna digel ISNAyê her wiha got: Axaftina qirêj a Can Bolton ku nîşana kesayetiya wî ya bi kîn û nefret derheqê gelê Îranê ye, gotineka teze û berbiçav nine.

Qasimî bi gotina vê yekê di esas da ev cûre axaftin ji aliyê tu siyasetvanekî profesiyonal û jêhatî nayê hilêxistin, her wiha got: Gotina van cûre peyvên qirêj ji aliyê Bolton va ku ji mêj va têkilliya xwe digel hin komên têrorîst heye û ji wan mizdê werdigire, ecêb nîne.

Berdevkê Weareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Can Bolton ku bi lezeteka temam û helbet bi awayekêî ne asayî û bi bêşermî qala anîna zexta herî pirtir dikeû gefan li Îranê dixwe, têgihîştineka durust ji fehma Îraniyan tuneye.

Qasimî got: Gelê Îranê roja îro jî bi sebr û hedara stratijîk û hişmendiya hertimî dê li hemberî dijminan raweste û teqez dê rê nede ku xewan  perîşan a van kesan bibe rastî.