Mijdar 14, 2018 10:04 Asia/Tehran
  • Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Brîtanyayê: Amerîka li warê pêkanîna yekhelwêstiyê ji bo boykotkirina Îranê ser neketiye

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Brîtanyayê roj Sêşemiyê li hevpeyivîna bi CNNê ra got: Amerîka li warê pêkanîna yekhelwêstiyê li ser mijara boykotkirina Îranê ser neketiye.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Brîtanyayê, Hemîd Beîdînijad mkiafbûna 8 welatan ji bo boykotên sepandî li dijî Îranê nîşana "Serneketina boykotên yekalî yên Amerîkayê" d zanîn û got: Civata navneteweyî amade nine ku xwestekên Amerîkayê bipejirîne.

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Brîtanyayê bi bîr xist ku gellek ji kompaniyên ewropî daxwaza dewama çalakiyên xwe li Îranê dikin.

Beîdînijad her wiha bi gotina vê yekê ku di dema bidesthatina Lihevkirina Atomî da Azmerîkayê stratijiya xwe ji siyaseta Zengînkirina Oranyûmê di asta sifir da  bo naskirina mafê zengînkirina oranyûmê ji aliyê Îranê va guherand, got: Niha amerîkî dîsa li dû wê ne ku Îran vegere siyaseta zengînkirna sifir, lê ev karekî ne pêakn e.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Sêşemiyê, 8ê Gulanan 2018an derketina Waşîngtonê ji Lihevkirina Atomî û vegeriyana boykotên atomî ragihand. (Dora yekem a boykotan ji 7ê Tebaxê va hat cihanîn. Dora duyem jî roja 5ê Mijdrê hat sepandin).

Ev karê Trump tevî rexneyên berfireh ên cîhanî bi taybet aliyên din ên vê lihevkirnê bû.

Brîtanya, Rûsiye, Çîn, Almanya û Yekîtiya Ewropayê ragihandin ku sozdarê Lihevkirina Atomî dimînin û pişta wê digirin.