Mijdar 13, 2018 18:02 Asia/Tehran
  • Têhran mazûvana Civîna Navnetewî ya Damezirandina Xelata Edebî ya Filistînê

Têhran, sibê Çarşemiyê, dibe mazûvana Civîna Navnetewî ya Damezirandina Xelata Edebî ya Filistînê.

Li gorî rapora IRIB News`ê, li rêûrisma destpêbûna karê civîna durojî ya Navnetewî ya Damezirandina Xelata Edebî ya Filistînê, ku bi amadebûna zêde ji 20 mêvanênan ji Yekîtiyên weşanê û civatên wêjeyî yên 14 welatên cîhana îslamê tê lidarxistin, Elîekber Wilayetî, şêwirmendê karûbarên navnetewî yên rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, wê biaxive.

Xalid El Qedûmî, nûnerê Tevgera Berxwddana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) û Nasir Ebû Şerîf, nûnerê Cihada Îslamî, mêvanên din ên vê bernamê ne û wê biaxivin jî.

Li civîna durojî ya Damezirandina Xelata edebî ya Filistînê, biryar e mêvan li ser rêyên hevkariya zêdetir a di warê teşkîlat û weşangehan bi hev re hevfikriyê bikin û biaxivin.