Cotmeh 22, 2018 17:24 Asia/Tehran
  • Rêberê giranqedir ê Inqilabê: Divê berpirs li hemberî gel şefبaf bin û babetan veneşêrin

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê roja duşema hefteya buhurî (15`ê Cotmehê) di destpêka civîna raberkirina Dersa Derveyî Fiqhê dema ravekirina ``nameya hezretê Elî (S) ya ji bo berpirsan û fermandeyên leşkerî`` hin erkên wan rêz kirin û ew nameya wekî destûrkarekê ji bo hemî rêvebirên Pergala Islamî zanî.

Li gorî rapora îro ya Nivîsgeha Parastin û Weşandina Berhemên hezretê ayetullah Xaminêyî, rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî bal kişand ser hin pişkên vê namê û got: Li gorî mentiqa hikûmeta li gorî şêwaza hikimdarîya hezretê Elî (S) heke kesek ji ber berpirsîya xwe bibe xwedî serpişkî û rêzê, nabe ev yeka exlaq û serederîya wî ya bi gel ra biguherîne û wî ji gel dûr bixe.

Hezretê ayetullah Xaminêyî herwiha got: Berpirsên Pergala Islamî bila bizanin ku ji bo ku derheq neimeta berpirsîyê şukurda bin divê zêdetir nêzîkî evdên Xwedê bibin, bi wan re rabin  û rûnên û zêdetir bala xwe bidin ser wan û dilovan bin.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê li pişkeke vê axatinê bal kişand ser pişkeke vê nameyê ya derbarê şeffafbûna berpirsan de û got: Hin kes fêr bûne ku her tişta baş a li civaka islamî bi welatên rojavayî va girêdin, dema hûn bala xwe nadin ser çavkanîyên islamî, dema hûn gotinên hezretê Elî (S) û reûlê ekrem (S) ê islamê naxwînin, haya we ji wan tineye, bizanibin ku hezretê Elî (S) şeffafbûn fêrî berpirsan kirîye.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê pêgirî kir ku berpirs divê bilî babetên leşkerî, ewlehî û karên li hemberî dijminan, divê şeffaf bin û hîç sirrekî ji gel veneşêrin.