Cotmeh 20, 2018 15:41 Asia/Tehran
  • Qaremaniya xwendevanên îranî li Pêşbirkên Cîhanî yên Bîrkariyê yên WMC li Inglîsê

xwendevanên bijarte yên îrqanî li Pêşbirkên Cîhanî yên Bîrkariyê yên WMC li Inglîsê karîn bibin qareman.

Mistefa Nûrî Rêvebirê Mala Bîrkariyê ya Têhranê roja Îniyê li hevpeyivîna bi IRNAyê ra got: 51 xwendevanên biarte yên îranî ji pileyên heftem heta yazdehem û navbera temenê 12 heta 16 salî karîn ku 30 mîdalên zêr, 38n mîdalên zîv û 39 mîdalên tûncê, 3 kapên kesane û 8 mîdalên ORAL ji Pêşbirkên Cîhanî yên Bîrkariyê yên WMC li Inglîsê bi dest bixin.

Li gorî gotina Rêvebirê Mala Bîrkariyê (Matematîk) a Têhranê, Pêşbirkên Cîhanî yên Bîrkariyê hevdem li şeş welatan hat lidarxistin û xwendevanên Îranê ji hemî desteyên temenî li Inglîsê û li kêeka xwendevanên welatên Ameîka, Bolgaristan, Hind û Awstralyayê beşdar bûbûn.

Ev dora bîst û sêyem a van pêşbirkan e ku Mala Bîrkariyê têda beşdar dibe û di heyama 10 salên bihurî da zêde ji 700 mîdal wergirtine.