Cotmeh 20, 2018 07:34 Asia/Tehran
  • Pêşwaziya Îranê ji biryara nû ya Koma Taybet a Kiryara Aborî (FATF)

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê ji biryara nû ya Koma Taybet a Kiryara Aborî (FATF) li warê dirêjkirina rawestandina hebûna navê Îranê di lîsteya welatên ku diokevin bin kiryarên dijwar ên serkutkirina malî û bankî, pêşwazî kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behramê Qasimî Îniyê bi şevê got: Biryara Koma Taybet a Kiryara Aborî (FATF) serketineka din ji bo dîplomasiya Komara Îslamî ya îranê li hemberî hewidlanên berfireh ên Amerîkayê ye ku bi neçê bikaranîna serokatiya xwe ya dewreyî li Koma Taybet a Kiryara Aborî (FATF) û bi alîakriya Rêjîma Siyonîst û Rêjîma Siûdî dil hene Îranê vegerînin nav lîsteya reş a Koma Taybet a Kiryara Aborî (FATF).

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji vê yekê ku pirraniya berbiçav a endamên Koma Taybet a Kiryara Aborî (FATF) neketin bin bandora siyasetên Amerîkayê û hinek ji hevpeymanên wan, di heynî demê da hin beşên daxûyaniya FATF ku kiryarên Îranê tam nanirxînin, da ber rexneyan.

Qasimî tevî pêgiriya lio ser vê yekê ku FATF divê dûr ji armancên siyasî be û tenê bala xwe bide ser raporên teknîkî, got: Li gorî raporên teknîkî ku heta niha bo vê saziyê hatine raberkirin, pirraniya babetên teknîkî yên daxwaza derbarê bernameya kiryarê ya têkildarî Îranê tam cih hatine û yên mayî jî piştî derbaskirina qonaxên qanûnî dê cih bên.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê tevî şermezarkirina kiryarên nerênî yên Amerîkayê li civîna FATFê, got: Amerîkayê nîşan daye ku endamekî pêbawer li civaka navneteweyî nine û bi kiryarên yekalî yên xwe dil heye hemî destkeftên nêrîna çendalîtiyê ji nav bibe.

Koma Taybet a Kiryara Aborî (FATF) roja Îniyê di dawiya civîna dora şeşem a xwe li Parîsê bi nêrîna teknîkî û ne-siyasî, tevî hewildana Azmerîkayê û hevpeymanên wî welatî, raberkirina moleta çarmehî bo Komara Îslamî ya Îranê pesend kir.

Koma Taybet a Kiryara Aborî (FATF) di eynî demê da ji Komara Îslamî ya Îranê xwest ku lezê bide riya reformkiirn û kemilandina kiryarên mayî yên bankî û malî yên têkildarî FATFê.