Cotmeh 19, 2018 17:14 Asia/Tehran
  • Emîrebulahîyan: Amerîka bi sîyasetên li dijî Îranê encamekê bi dest naxe

Alîkarê taybet ê karên navnetewî yê serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê bal kişand ser boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê û got: Amerîkayê ji destpêka serketina Inqilaba Islamî ve ya karîye li dijî Îranê kirîye lê hîç encamek bi dest nexistîye.

Alîkarê taybet ê karên navnetewî yê serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê,Hisên Emîrebdulahîyan li hevpeyvîna digel kanala nûçan a Rusia Al Yewmê herwiha got: Donald Trump serokomarê Amerîkayê dil heye şerekî rewanî yê nû bi rêya sepandina boykotan dijî Îranê bi rê bixe.

Wî herwiha bal kişand ser sîyasetên Erebistanê yên li herêmê û got: Hikimdarên Erebistanê di salên vê dawîyê de bilî piştgirîya ji têrorîsm, tundrêtî û bihêzkirina hizrên wehabî karekî din nekirine.

Hisên Emîrebdulahîyan bal kişand ser meseleya bêserûşûnbûna Cemal Xaşiqçî rojnamevanê rexnekirê rêjîma Seûdî jî û got: Trump serokomarê Amerêkayê, Mike Pompeo wezîrê karên derve yê vî welatî bi armanca xercistandina ji Mihemed Bin Selman welîehdê Erebistanê ji bo nuxumandina dosîya Xaşiqçî şande Rîyazê.

Alîkarê taybet ê karên navnetewî yê serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê bi gotina vîya ku tawanbarkirina Îranê derbarê Yemenê ji hêla Erebistanê ve bê bingeh e ragihand: Yemenîyan ji dema Elî Ebdulah Salih serokomarê berê yê vî welatî ve çek û mûşekên Balêstîk hebûn û ew heta dikarin wan çekana bifiroşin welatên din jî.

Hisên Emîrebdulahîyan derbarê gefên Rêjîma Sîyonîst ên li dijî Îranê de jî got: Rêjîma Sîyonîst nawêre karekî dijî Îranê bike ji ber ku heke ew pêngaveke biçûk rake, Îran dê Heyfa û Tel Avîvê bi xalîyê ra bike yek.