Cotmeh 19, 2018 12:42 Asia/Tehran
  • General Pakpûr: Têrorîstan tifaqa gelê Sîsten û Belûçistanê kirine armanc

Fermandeyê Hêza Bejayî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê got: Bi bûyera revandina sînorparêzên îranî li devera Lûlikdanê ser bi Mîrcawê, yekitîya gelê Sîstan û Belûçistanê kiirne armanc.

General Mihemed Xakpûr şeva buhurî li Sîstan û Belûçistanê (li başûra rojhilata Îranê) bi gotina vê yekê ku dijmin tu wexta nikare pêwaerîya dualî ya di navbera tayfeyên curbicur û Sipahê de sist bike, ragihand: Jinavbirina iqtidara tayfeyan û vîyana qebûlkirinê berpirsîyê di nav eşîran de, ji armancên din ên têrorîstan li bûyera vê dawîyê ya revandina sînorparêzên îranî li devera Mîrcawê bû.

Fermandeyê Hêza Bejayî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê pêgirî kir ku ev karê nemirovane yê têrorîstan ku bi saya kesên nifûzî hatîye kirinê, bûye sedema bêzarîya gelê Îranê û navçê û ragihand: Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî dê hemî imkanan ji bo azadkirina sînorparêzên hatine revandinê, bi kar bîne.

Navenda Leşkerî ya Qudsê ya Hêza Bejayî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê roja sêşemê ragihand ku hejmarek hêzên besîcî yên xwecî û hêzên navenda sînorparêzîyê ya li ser sînorê Îran  ûPakistanê li Mîrcawê, di encama xîyanet û lihevkirina kes an kesên gkirêgirtî yên komên dijberî Inqilaba Islamî de hatin revandinê.