Cotmeh 19, 2018 07:58 Asia/Tehran
  • Beîdînijad: Peywendîyên aborî yên Îran û Ingilîsê istiratêjîk in

Sefîrê Komara Islamî ya Îranê li Ingilîsê pêgirî kir: Peywendîyên aborî yên her du alîyan di çarçova peywendîyên aborî û ticarî yên Îran û Ewropayî de di qonaxeke dîrokî da ne bi awayekî ku hîç wextekê heta vê astê istiratêjîk nebûne.

Hemîd Beîdînijad şeva buhurî di civîna ``panorama û berfirekirina peywendîyên ticarî yên Ingilîs û Îranê`` li Londonê de herwiha got ku peywendîyên aborî yên her du welatan hertim hebûne lê vê carê girîngîya sîyasî û istiratêjîk bi xwe va girtine.

Sefîrê Îranê yê li Londonê ragihand ku niha YE`yê û sê welatên ewropî di astên bilind ên sîyasî, ji bo peywendîyên aborî û hevkarîyê ticarî yên digel Îranê han didin û niha nunerekî payebilind ê sîyasî yê ewropî li Têhranê rêbaza herî dawîyê ya kivşkirina rêyeke têkilîya darayî û bankî di navbera Îran  ûEwropayê de hildikole.

Beîdînijad bal kişand ser muzakirên navokî yên Îranê û Koma 5+1`ê û rola Jack Straw wezîrê karên derve yê berê yê Ingilîsê ku yek ji axêverên sereke di vê civînê de bû û got ku birêz Straw roleke girîng li darêştin û destpêkirina muzakira Îranê digel sê welstên ewropî ku di sala 2003`yê de destpê bûn, hebû.

Sefîrê Îranê yê li Londonê herwiha got: Herçend ku ew muzakire ji ber astengîderxistinên Amerîkayê bêencam man lê, bûn zemîneyek ji bo muzakirên din ên digel Koma 5+1`ê ku di encamê de Rêketinama Atomî hat wajokirinê.

Di vê civînê de ku li mala sefîrê Komara Islamî ya Îranê ya li Londonê hat lidarxitinê de, bilî Beîdînijad, Lord Norman Lamont şandîyê taybet ê dewleta Ingilîsê yê li karên ticareta digel Îranê û hejmarek pispor û şarezayan derbarê alûgurên herî dawîyê yên ticarî yên Îran  ûIngilîsê di qonaxa piştî Rêketinama Atomî de hilkolandin.