Cotmeh 18, 2018 20:17 Asia/Tehran
  • Bi boykotkirina nifta Îranê zivistaneke dijwar li benda gelê Amerîkayê ye

Dayra Lêzanînên Enerjîyê ya Amerîkayê hişyarî da ku bi boykotkirina nifta Îranê zivistaneke dijwar li benda gelê Amerîkayê ye.

Li gorî rapora malpera Washington Examiner`ê, Dayra Lêzanînên Enerjîyê ya Amerîkayê ragfihandîye: Jordaçûna bihaya niftê ya bi hegera boykotên dijî Îranê dikare amerîkîyan di zivistana bê de di warê dayîna xercên ardûyê pêrgî dijwarîyê bike.

Dayra Lêzanînên Enerjîyê ya Amerîkayê herwiha pêşbînî kirîye ku bihaya bermîleka nifta xav a Brent`ê ku bandoreke dîyarkir li bihaya berhemên niftê li Amerîkayê heye, zivistana bê bigihêje 79 dolarî ku 16 dolaran ji bihaya wê ya di zivistana sala buhurî de zêdetir e.

Li gorî vê raporê, herçend ku hin gelê Amerîkayê ji bo germkirina malên xwe niha gaza sirûştî bi kar tînin lê hela jî pişkeek zêde ya gelê vî welatî nemaze niştecihên deverên bakura rojhilata vî welatî ji bo germkirina malên xwe hewcedarê niftê ne.

Malpera Washington Examiner`ê herwiha radigihîne ku li gorî pêşbînîyan hewaya Amerîkayê di zivistana pêşber da anegorî sala buhurî yê sartir be.