Cotmeh 18, 2018 17:09 Asia/Tehran
  • Qasimî ji ber bûyera mirina hejmarek ji xelkê bêsûc li Nîvgirsava Krîmê mixabiniya xwe nîşan da

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê ji ber bûyera mirina hejmarek ji xelkê bêsûc li Kalica Teknîkê ya Bajarê Kirçê li Nîvgirava Krîmê mixabiniya xwe nîşan da.

Li gorî rapora Dayira giştî ya Dîplomasiya mêdyayî ya wezareta karên derve, Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, roja pêncşemiyê bi nîşandayîna mixabiniya xwe ya zav ji ber bûyera ku di encamê de hejmarek ji xelkê bêsûc li Kaleca Teknîkê ya Bajarê Kirçê li Nîvgirsava Krîmê hatin kuştin, hevxemiya xwe bi  malbat û kesên goriyên vê bûyera tal nîşan da.

Ciwanekî 22 salî, roja çarşemê bi avêtina çend bombeyên bidestçêkirî û berdana gullan, 19 hunervanên Kalica Teknîkê ya bajarê Kilçê li Komara Krîmê kuştin.

Bajarê Kirç yek ji bajarên girîng ên Nîvgirava Krîmê ye ku ketiye perrava wê ya başûr.