Cotmeh 18, 2018 16:40 Asia/Tehran
  • Rûsiyayê boykotên Amerîka dijî Îranê mehkûm kir

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyayê boykotên nû yên Amerîka dijî Îranê mehkûm kir û ragihand ku ev boykotên hanê nayên qebûlkirin.

Li gor rapora Riyanuvisîtiyê, Sergeyî Ryabkov alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyayê ragihand ku Miskova dê dewamê bide hevkariyên xwe tev Têhranê.

Sergeyî Ryabkov  destnîşan kir: Amerîka dil heye ji Dolarê wekî piştevaniya diravêî cîhanî bona lawazkiridna Îranê behre bigre.

Wî li bara siyaseta Amerîka ya boykotkirina Rusiya û Îranê ji ber jinûveavedankirina Sûriyê jî got|: Rûsiya siyaseta Amerîka ya boykotkirina Îranê û welatên din ku pişkdariya proseya avedankirina Sûriyê dikin , mehkûm dike.

Wezareta Xizînedariya Amerîka sêşemiya bihurî 20 bank, kompanî û saziyên Îranê bi mihaneya peywendiyên tev  Sipahê Pasdaran û Grûpên terorîstî boykot kir.