Cotmeh 17, 2018 18:01 Asia/Tehran
  • Qasimî: Sepandina boykotên nû yên Amerîkayê dijî Îranê, bêrîzîya li qanûnên navnetewî ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, sepandina boykotên nû yên Amrîkayê li dijî Îranê bêrêzîya aşkira li hemberî mêkanîzmên hiqûqî û navnetewî û encama kîna dewleta Amerîkayê li hemberî gelê Îranê zanî.

Behram Qasimî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê îro wekî berteka li hemberî ragihandina lîsteya nû ya şirketên îranî ku ji hêla Wezareta Xizînedarîya Amerîkayê va hatine boykotkirinê, ew pişkeke şer û zexta rewanî ya Amerîkayê ser gelê Îranê de zanî.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Dewleta Amerîkayê bi zêdekirina boykotên dijî Îranê, berovajî idia û gotinên xapokîn ên piştgirîya ji gelê Îranê, bi awayekî zalimane û berovajî hiqûqa navnetewî û mafên mirovan, berjewendîyên gelê Îranê pêrgî gefê dike ku helbet nagihêje armanca xwe.

Qasimî bal kişand ser biryara demkî ya vê dawîyê ya Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê ku ji Amerîkayê dixwaze ku xwe ji her pêngava ku gêreya digel Îranê gurr dike yan berfire dike, dûr ragire û got: Sîyaseta ku Amerîkayê girtîye ber xwe û pêbendnebûna vî welatî li mêkanîzm û qayde û hiqûqên navnetewî ne tenê berjewendîyên gelê Îranê belkî, gefê li istiqrar û ewlehîya cîhanê dixwe.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Îran û civaka cîhanî bi nêta xêrê hewil didin ku piştî vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî, zemîneyên ku Îran bikre berjewendîyên xwe di çarçova Rêketinama Atomî de bi dest bixe, dabîn bikin.

Wezareta Xizînedarîya Amerîkayê, duh 20 bank, şirket û dezgehên îranî bi heceta têkilîya bi Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî re û têkoşîna dijî têrorîsmê boykot kirin.