Cotmeh 17, 2018 15:38 Asia/Tehran
  • Rêberê Inqilabê: Peywendîya digel welatên ku di rêya pêşketina lezgîn da ne, pêwîst e

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê pêgirî li ser pêwîstîya têkilîya zanistî digel wan welatan de kir ku di rêya pêşketina lezgîn da ne.

 Hezretê ayetulah Xaminêyî, rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî îro di hevdîtina digel bijareyên ciwan û dahêner di warê zanistê de, got ku hewildan û çalakîyên bi dehan hezar kesên bijare li seranserî welêt wêneyeke hêvîçêker û rastî radixe ber çavan.

Hezretê ayetulah Xaminêyî bal kişand ser rol û bandora bijareyên ciwan li plandarêjîya durist ji bo pêşerojê, pêşketina Îranê di warê zanistê û berfirekirin û pêşxistina sînorên zanista mirovî, danuistandina ciddîtir a bijareyan û hikûmetê, lêşarbûna hişmendane û bikaranîna durist a xizîna hêza insanî ya bijare  ûxurtkirina nasnama netewî û hewildana ji bo armancê di nav bijareyên welêt de pêwîst zanî.

Rêberê giranqedir ê inqilabê pêgirî kir: raberkirina wêneyeke çewt û nerênî û hêvîşikên derbarê rewşa Îranê de, destûrkara herî girîng a dijminan e di halekî da ku rewşa rastî ya welêt tam berovajî wê dîmenê ye ku pergala serdestîxwaz raber dike.

Hezretê ayetulah Xaminêyî bal kişand ser bandora bijareyan li pêşxistina welêt di warê zanistê de û got: Heme em di warê zanistê de li pêş bikevin, gefa dijminên şaristanîyet, sîyaset û aborîyê wê nedome û kêm bibe.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî pêgirî kir ku Îran berî inqilaba islamî di warê zanista biroj de li paş mabû û got: Nifûsa Îranê nêzî sedî 1`ê nifûsa cîhanê ye lê, pişka Îranê di warê berhemanîna zanistê li cîhanê di serdema Pehlevî de yek ji dehê sedî yekê bû, di halekî da ku niha pişka Îranê gihîştîye nêzî sedî 2`yê ku nabe em bi vê astê qanih bin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî herwiha got: Hegera sereke ya paşdemayîna Îranê ya di warê zanist, exlaq û sîyasetê di serdema berî Inqilaba Islamî de, hikimdarên nelayiq, dinyahez, kirêgirtî bû ku li hemberî gelê Îranê quretî dikin û ne di fikra berjewendîyên gel da bûn.