Cotmeh 16, 2018 19:57 Asia/Tehran
  • Qasimî: Bila Pakistan ji bo azadkirina sînorparêzên îranî zûka bikeve dewrê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê pêgirî kir: Divê dewleta Pakistanê demlidest bi hemî imkan û pêngavên pêwîst ji bo azadkirina sînorparêzên Komara Islamî ya Îranê û girtina têrorîstan bikeve dewrê.

Navenda ragihandinê ya Navenda Leşkerî ya Qudsê ser bi Hêza Bejayî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî di daxûyanîya xwe de ragihand: Duh 15`ê Cotmehê hejmarek hêzên besîcî yên xwecî û hêzên sînorparêz li baregeha zêrevanîyê ya Mîrcawê li sînorê Îran û Pakistanê di encama xîyanet û lihevkirina kes an kesên nifûzî yên ser bi komên dijî inqilaba islamî de hatine revandinê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, Behram Qasimî îro di daxûyanîyekê de revandina hejmarek hêzên sînorparêz ên Komara Islamî ya Îranê ji hêla komeke têrorîst û veguhestina wan nav axa Pakistanê şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha ragihand: Alîkarê çiqa Rojavaya Asyayê yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro ji sefîrê Pakistanê yê li Têhranê xwest, zûka daxwaza girtina têrorîstan ji dewleta Islamavayê re ragihîne û Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê ji encamên pêngavên di vî warî de agahdar bike.