Cotmeh 16, 2018 07:16 Asia/Tehran
  • Rawêjkarîya wezîrê nifta Îranê digel wezîrê enerjîya Rûsîyê li Moskowê

Wezîrê Niftê yê Îranê bi Wezîrê Enerjîya Rûsîyê re li Moskowê derbarê meseleyên bazara cîhanî ya niftê de gotûbêj kir.

Bîjen Namdar-Zengene û Alexander Novak şeva buhurî di vê hevdîtinê de pêgirî li ser rola welatên firoşerê niftê di warê misogerkirina bihaya niftê kirin û imkana serûberkirina derxistin û firotina niftê li gorî liyêkgiheştinama OPEC`ê hilkolandin.

Her du wezîran herwiha basa baştirbûna rewşa derxistina niftê li gorî rêketinama OPEC`ê û hevkarîya her du welatan a di warê ardû û enerjîyê de kirin.

Wezîrê Enerjîyê yê Ûrsêtê di vê hevdîtinê de got: Îran û Rûsîye bi awayekî berdewam di têkilîyê de ne û ev yeka jî alîkarîyê dide xurtkirina hevkarîyên dualî yên warên ticarî û aborî nemaze di warê enerjîyê de.

Alexander Novak herwiha got: Bi zêdekirina asta derxistina niftê heta yek milyon bermîlî ev hêvîya heye ku rewşa bazara niftê misoger bibe û pêşîya kelecana giran li bazara cîhanê bê girtin.

Wezîrê Enerjîyê yê Ûrsêtê pêgirî li ser pêwîstîya pêbendîya hemî welatên endam û ne-endam ên OPEC`ê li asta kivşkirî ya derxistin û firotina niftê kir û got: Pêbendîya welatên firoşerê niftê li asta kivşkirî bilî misogerkirina rewşa bazarê, dikare berjewendîyên firoşer û bikirrên nift û enerjîyê û ewlehîya sermayeguzarîyê dabîn bike.

Alexander Novak herwiha got: Destûrkara herî girîng a muzakira her du alîyan bersivdayîna li hemberî hewcedarîyên ber bi berfirebûnê yên di warê enerjîyê li seranserî cîhanê de û girtina pêşîya gurrbûna gêreyê li bazara niftê bû.