Cotmeh 15, 2018 08:49 Asia/Tehran
  • Qasimî: Gurrbûna tawanbarkirina Îranê ji hêla Amerîkayê ve ji ber işkesta li hemberî vîyana gelê Îranê ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê got: Gurrbûna tawanbarkirina pûç a Îranê ji hêla Amerîkayê ve ji ber işkestên bidûhev ên vî welatî li hemberî vîyana gel û tivdîra dewleta Îranê ye.

Behram Qasimî wek berteka li hemberî gotinên vê dawîyê yên serokomarê Amerîkayê û rawêjkarê wî yê ewlehîya netewî û herwiha hin pişkên belgeya istiratêjîk a Amerîkayê ya sekinîna li hemberî têrorîsmê ku di wê de Îran bi awayekî pûç û bê bingeh di warê piştgirîya ji  têrorîsmê û bêistiqrarkirina herêmê hatîye tawanbarkirinê, got: Gurrbûna tawanbarkirina bê bingeh a Îranê ji hêla rayedarên amerîkî nemaze ji alîyê serokomarê vî welatî ve, encama işkestên bidûhev û vê dawîyê yên Amerîkayê yên di warên curbicur de li hemberî vîyana qahîm, berxwedan, tivdîr û maqûlbûna Îranê û îranîyan e.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir: Ji naveroka gotinên Trump û Bolton û istiratêjîya Waşîngtonê ya ku ser navê ``istiratêjîya Amerîkayê ji bo sekinîna li hemberî têrorîsmê`` hatîye weşandinê, mirov dikare şûnpêya şerxwazan, lobîya hin rêjîmên herêmê ku navê wan hertim di dîrokê de beranberî têrorîsm û tundrêtîyê bûye û herwiha serekenîya herî girîng a fikrî, dayîna çek û rext û dirêv bo komên têrorîst ên li navçê bibîne.