Îlon 24, 2018 07:57 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Sozên navnetewî yên ku Amerîkayê binpê kirin dê bên ravekirin

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: ew ê derfeta amadebûna li civîna Civata Giştî ya NY ji bo ravekirina wan sozên navnetewî ku Amerîkayê binpê kirine, ji wan Rêketinama Atomî ya digel Îranê bi kar bîne.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê dema giheşte New Yorkê li koma nûçegihahan got: Amerîkî ji gellek sozên xwe yên navnetewî vekişîyane, ji wan sozên ku di çarçova Rêketinama Atomî de dabûn.

Rûhanî herwiha got: Armanca ew e ku sîyasetên Komara Islamî ya Îranê derbarê herêmê û cîhanê li civînên curbicur ên li New Yorkê bên ravekirin.

Rûhanî li New Yorkê bilî axavtina li civîna Civata Giştî ya NY, li civîna aştîyê ya ku ji bo rêzgirtin û bibîranîna Nelson Mandela rêberê koçkirî yê Afrîqaya Başûr wê li Civata Giştî ya NY bê lidarxistinê, biaxive.

Gotûbêja digel sêkrêtêrê giştî yê NY û hejmarek serokên pişkdarê civîna Civata Giştî û hin serokên sazîyên navnetewî, civîna digel rêvebirên payebilind û bijareyên mêdyayê yên amade li New Yorkê, civîna digel komeke bijareyên sîyaseta derve û hevdîtina digel hejmareke rêvebirên civakên islamî li Amerîkayê, ji planên din ên serokomarê Îranê di serdana New Yorkê de ne. 

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve, Mehmûd Waêzî serokê nivîsgeha serokomar, Mecîd Text-Rewançî alîkarê sîyasî yê nivîsgeha serokomar û Ebas Iraqçî alîkarê sîyasî yê wezîrê karên derve jî digel serokê Komara Islamî ya Îranê çûne New Yorkê.