Îlon 24, 2018 07:06 Asia/Tehran
  • Êrişa têrorîstî ya li Ehwazê, karê hevpar ê DAIŞ û Al Ahwazîyê

Rojekê piştî êrişa têrorîstî ya li Ehwazê(li başûra rojavaya Îranê) ber û layên nû yên vê êrişê hatin weşandin.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê şeva buhurî vîdyoyek belav kir û ragihand: 3 endamên vê komê di êrişa têrorîstî ya li Ehwazê de rola wan hebûye.

Vîdyoya ku DAIŞ`ê weşandîye nîşan dide ku komên têrorîst ên DAIŞ û Al Ahwazîyê bi hev re êrişa têrorîstî ya li Ehwazê pêk anîne, her du komên ku Rîyaz pişta wan digire.

Berî koma têrorîst a DAIŞ`ê, koma têrorîst a Al Ahwazîyê berpirsîya êrişa têrorîstî ya ser merasima rêzbûna leşkerî ya hêzên çekdar ên Îranê li Ehwazê dabû ustîyê xwe.