Îlon 23, 2018 10:51 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Islamî ya Îranê ber bi New Yorkê ve bi rê ket

Serokê Komara Islamî ya Îranê ji bo pişkdarîya li 72`yemîn civîna Civata Giştî ya NY, ji Têhranê ber bi New Yorkê ve bi rê ket.

Hesen Rûhanî ji bo axavtina û ravekirina helwestên Komara Islamî ya Îranê derbarê alûgurên herî dawîyê yên herêmî û cîhanî di 72`yemîn civîna Civata Giştî ya NY de îro çû New Yorkê.

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve, Mehmûd Waêzî serokê nivîsgeha serokomar, Mecîd Text-Rewançî alîkarê sîyasî yê nivîsgeha serokomar û Ebas Iraqçî alîkarê sîyasî yê wezîrê karên derve jî digel serokê Komara Islamî ya Îranê çûne New Yorkê.

Rûhanî li New Yorkê bilî axavtina li civîna Civata Giştî ya NY, li civîna aştîyê ji bo rêzgirtin û bibîranîna Nelson Mandela rêberê koçkirî yê Afrîqaya Başûr wê li Civata Giştî ya NY biaxive.

Gotûbêja digel sêkrêtêrê giştî yê NY û hejmarek serokên pişkdarê civîna Civata Giştî û hin serokên sazîyên navnetewî, civîna digel rêvebirên payebilind û bijareyên mêdyayê yên amade li New Yorkê, civîna digel komeke bijareyên sîyaseta derve û hevdîtina digel hejmareke rêvebirên civakên islamî li Amerîkayê, ji planên din ên serokomarê Îranê di serdana New Yorkê de ne.