Îlon 23, 2018 10:43 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Amerîka dixwaze bêewlehîtîyê li Îranê bi rê bixe

Serokê Komara Islamî ya Îranê ji ber êrişa têrorîstî ya li Ehwazê (li başûra rojavaya Îranê) heyf û mixabinîya xwe nîşan da û pêgirî kir: Amerîka dixwaze bêewlehîtîyê li Îranê bi rê bixe lê, ser nakeve.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê vê sibê berî ku bi mebesta pişkdarîya li Civata Giştî ya NY ji Têhranê ber bi New Yorkê va here, li koma nûçegihanan bi gotina vîya ku Komara Islamî ya Îranê bi zelalî dizane kî sebebkarên êrişa têrorîstî ya li Ehwazê ne, ragihand: Îran ji vê cinayetê derbas nabe û dê bersiveke vebirr bide têrorîstan.

Rûhanî pêgirî kir ku êrişa têrorîstî ya li Ehwazê bandorekê li vîna gelê Îranê nake, got: Idiakirên mafên mirovan divê derbarê vê cinayetê de bersivê bidin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser seredana xwe ya New Yorkê jî û got: Amadebûna li Civata Giştî ya NY ji bo Îranê derfetek e ku nêrînên xwe têkildarî meseleyên herêmê û cîhanê hilêxe.

Rûhanî bi gotina vê yekê ku rewşa cîhanî roja îro ne guncav e, dîyar kir: Amerîka, NY bi awayekî narewa bi kar tîne, li halekî ku desthilata vî welatî li NY divê wekî ya welatên din be.

Serokê Komara Islamî ya Îranê derbarê vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî û sepandina boykotên zalimane dijî Îranê de jî pêgirî kir: Amerîka dixwaze gelê Îranê ji biryara xwe ya serxwebûn û bêminetîyê poşman bike lê, nikare û bê guman di warê bidestxistina armancên xwe yên şûm de, wê pêrgî işkestê bibe.