Îlon 23, 2018 09:55 Asia/Tehran
  • Destpêbûna demsala xwendinê bi lêxistina zingila medreseya lîseya keçan a Itretê bi destê serokomarê Îranê

Demasala xwendinê bi pişkdarîya nêzî 14 milyon xwendekaran li seranserî Îranê îro bi lêxistina zingila medreseya lîseya keçan a Itretê bi destê Hesen rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê bi awayekî fermî destpê bû.

Hevgavê vê merasimê, sûdwergirtina ji 59 projên perwerdehîyê li deverên erdhejlêketî yên Kirmanşanê jî bi rêka vîdyo-konfiransê û bi peyama serokomarê Îranê destpê bû.

Serokê Komara Islamî ya Îranê qedrê wan kesan girt ku li jinûveavakirina deverên erdhejlêketî pişkdarî kirine û silav li rijê şehîdên bûyera têrorîstî ya ku dih li Ehwazê qewimî kir û fermana vekirina medreseyên restorekirî yên Kirmanşanê da.

Merasima fermî ya despêbûna demsala nû ya xwendinê bi xwendina çend ayetên Quranê û xêrhatingotinê û rapora wezîrê perwerdê destpê bû.

Serokê Komara Islamî ya Îranê siet 8`ê sibê û piştî lêxistina zingila destpêkirina demsala xwendinê, li koma xwendekar û berpirsên medreseya lîsê ya Itretê axivî.