Îlon 22, 2018 19:36 Asia/Tehran
  • Rêberê giranqedir ê Inqilabê: Bila dezgehên berpirs ên Îranê dûvika cinayetkaran bişopînin û bispêrin dezgeha dadwerîyê

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî bi dû bûyera êrişa têrorîstî ya îro li Ehwazê ku di encamê de çend hêzên leşkerî û welatîyên sivîl şehîd û birîndar bûn, di peyamekê de sersaxî da malbatên şehîdên vê bûyera tal û diltezîn û pêgirî kir: Dezgehên berpirs ên lêzanînan erkadar in ku bi lez ûbi awayekî deqîq dûvikên cinayetkiran bişopînin û wan bispêrin destê dezgeha dadwerîyê.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya nivîsgeha rêberê giranqedir ê inqilaba islamî, hezretê ayetulah Xaminêyî di vê peyamê de tevî ku xwe şirîkê xem û kesera malbatên şehîdên vê bûyera têrorîstî zanî, sebir û aramîya ilahî ji bo wan û ji bo şehîdan jî dereceyên bilind xwest û pêgirî kir: Bûyera tal a şehîdbûna hejmarek ji gelê Îranê li Ehwazê bi destê têrorîstên kirêgirtî, careka din dilrreqî û pîsbûna dijminên gelê Îranê aşkira kir.

Hezretê ayetulah Xaminêyî herwiha got: Ev kirêgirtîyên dilrreq ku jin û zarok û gelê bê guneh didin ber gulleyan, ser bi idiakirên derewkir û durû ne ku hertim dew û doza mafên mirovan dikin û dilên pirrkîn ên wan nikarin nîşandayîna iqtidara netewî li merasima leşkerî ya hêzên çekdar tamul bikin.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî herwiha got: Cinayeta van kirêgirtîyana dewama komploya dewletên kirêgirtîyên Amerîkayê li herêmê ye ku birêxistina bêewlehîtîyê li Îranê xwe ra kirine armanc û bila çavên wan kor bin ji ber ku gelê Îranê dê rêka bişeref û tijî şanazîyê ya xwe bidomîne û wekî berê li hemberî hemî dijminan ser bikeve.