Îlon 22, 2018 18:53 Asia/Tehran
  • Hejmara dawîn a goriyên êrişa terorîstî ya li Ehwazê hate ragihandin

Alîkarê pişka siyasî û civakî ya parêzgariya Xûzêstanê li başûrê rojava ya Îranê, got: Di encama êrişa terorîstî ya li Ehwazê de, 25 kes şehîd bûn û 60 kes jî birîndar bûn.

Koma terorîst a El Ehwaziye ku London û Riyaz pişta wê  digirin û sala buhurî jî êriş bire ser karewanîyên ku seredana herêmên şerê Îran û Iraqê li wan qewimîbû, roja şemiyê ji parkekê li rex birêvebirina merasima rêzbûna leşkerî ya hêzên çekdar ên Îranê li Ehwazê, xelk da ber gulleyan ku di encama vê êrişê de hejmarek xelkê bêsûc ji wan hejmarek jin û zarok şehîd û birîndar bûn.

Elî Hisênzade li hevpeyvîna bi IRNA`yê re herwiha got: Şopandina rewşa birîndarên vê êrişa terorîstî berdewam e.

Hisênzade destnîşan kir: Her çar terorîstên ku sebebkarên vê êrişê bûn, hatin kuştin.

Êrişa teroîstî ya ser xelkê ku li merasima rêzbûna leşkerî ya hêzên çekdar ên Îranê li Ehwazê mêze dikirin, tê wateya bêhêvîbûna dijminan ji pêkanîna nearamiyên li Îranê ku bi Projeya Havîna Kel navdar bû û şikesta vê projeyê bûye sedem ku dijmin dîsan jî berê xwe bidin êrişên terorîstî û kuştina xelkê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, jî roja şemiyê li gotûbêjeka bi rêya telefonê ligel Ebdulriza Rehmanî- Fezlî, wezîrê karên hundur û Xulamriza Şerîetî, parêzgarê Xûzêstanê li başûrê rojavaya Îranê, li ser serederiya vebirr û tund a li hember sebebkarên êrişa têrorîstî ya li Ehwazê pêgîrî kir.