Îlon 19, 2018 12:42 Asia/Tehran
  • Xuşrû: Rêketina Sûçiyê desthata xebatên dîplomatîke civîna Têhranê ye

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) tawanên Amerîka dijî Têhranê bona veşartina işkestên siyasetên Waşîngtonê li Sûriyê daye zanîn û got: Rêketina Sûçiyê desthata xebatên dîplomatîke civîna Têhranê ye.

Li gor rapora ajansanûçan a IRNA`yê, Qulamelî Xuşrû Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) li civîna duh sêşemê ya Konseya Ewlehiyê ku li bara Rojhilata Navîn û Sûriyê birê ket destnîşan kir: Rêketiona Sûçiyê di navbera Rûsiyayê û Tirkiyê desthata xebatên dîplomatîke civîna Têhranê bû ku serokkomarên Îran, Rûsiya û Tirkiyê pişkdarê civîna vê dûmahîkê ya Têhranê bûn.

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) bal kişande ser viya ku rêketina Sûçiyê hema dewama gotûbêjênAstanê li bara Sûriyê bû ragihand ku li van civînên karbidestên Îran, Rûsiya û Tirkiyê hertim ser xebata dijî terorîstan li nav axa Sûriyê û xebata ji bo girtina pîşiya derbelêketina li xelkê sivîl destnîşan dikirin.

Xuşrû destnîşan kir: Rêketina Sûçiyê mijarê bona dewleta Şamê amade dike ku parek pir ji axa Sûriyê bikeve destê artêşa Sûriyê û eva heqê rewaye Sûriyê ku ji yekparçetiya axa xwe berevaniyê bike.