Îlon 19, 2018 10:26 Asia/Tehran
  • Birêketina merasima şîngêriya Şeva Tasûaya Îmam Hisên (S) bi amadebûna rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî

Merasima şîngêriya Şeva Tasûaya Îmam Hisên (S) bi amadebûna rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li Hisêyniyeya Îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) ya Têhranê hat lidarxistin.

Li gor rapora IRIB Newsê, Merasima şîngêriya Şeva Tasûaya Îmam Hisên (S) şeva bihurî  bi amadebûna hezretê ayetullah uzma Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî û parek ji berpirsên welêt û bi hezaran kes ji xelkê şîndar û tazîdar li Hisêyniyeya Îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) ya Têhranê hat lidarxistin.

Li vê rêûresmê pesinderên Ehlê Bêytê (s) ser fezîlet û taybetmendiyên hezretê Ebulfezl El Ebas (S) alahilgirê wefadar ê Kerbelayê û birayê Îmam Hisên (S) axivîn û nohe xwendin.

Merasima tazîdariya heyama şehadeta hezretê Imam Huseyn(s)îmamê sisyan ê şîeyên cîhanê ji şeva heftan  heya şeva 12`an a Muherema 1440 koça hîvî( 16 heya 21 Îlona 2018`an) bo mideha şeş şevan li Huseyniya Îmam Xumêynî(RE) a Têhranê tê lidarxistin.

 Îmamê sisyan ê şîeyên cîhanê di dehê Muherema sala 61 koça hîvî li Kerbelayê şehîd bû.