Îlon 18, 2018 22:29 Asia/Tehran
  • Îran di şeva Tasûayê di nav şîn û tazîdarîyê de ye

Îran di şeva Tasûayê de ji ber salvegera şehîdbûna Imam Hisên (S) di nav şîngêrî û tazîdarîyê da ye.

Sibê çarşem 9`ê Muherrmê hevgavê 19`ê Îlonê roja Tasûayê ye.

Tazîdar û şîngêrên Imam Hisên (S) li seranserî Îranê di rojên Tasû û Aşûrayê de bi merasimên tazîdarî û şîngêrîyê, rêzê li salvegera şehîdbûna hezretê Imam Hisên (S), sêyemîn îmamê şîeyên cîhanê û hevrêyên wî yên wefadar ji wan hezretê Ebulfezl (S) birayê wî hezretî digirin û wan bibîr tînin.

Bi sedan sal ji bûyera dilztezîn û cansoj a Kerbelayê û şehîdbûna Imam Hisên (S) û hevrêyên wî yên wefadar derbas dibin lê, ne tenê girîngî û cîgeha vê bûyerê kêm nebûye û daneketîye, belkî bi derbasbûna dem û dewranê peyama Aşûrayê berfiretir û merasimên şîngêrî û tazîdarîya bi vê boneyê jî bi coş û femkirineke zêdetir tên lidarxistin.

Kanala SAHAR`ê ji ber Tasû û Aşûraya Imam Hisên (S) sersaxîyê dide hemî misilmanan nemaze şîeyan û azadîxwazên cîhanê.